AMED - Li Amedê saziyên demokratîk wê ji bo têkoşîna li dijî tiryakê di 26'ê Nîsanê de bi meşekê avakirina "Şiyar Be! Platforma Tekoşîna Li Dijî Tiryakê" bi meşekê eşkere bikin.
Saziyên Demokratîk ên Amedê biryara avakirina "Şiyar Be! Platforma Tekoşîna Li Dijî Tiryakê" dan. Piştî xebata 5 mehan wê avakirina platformê di 26'ê Nîsanê de ji Sumerparkê heta Keçîbûrcûyê bi meşekê bê eşkerekirin.
Hevberdevkên Platformê Gulşen Demîr û Mûrat Kan têkildarî armanc û xebatên damezrandina platformê axivîn.
ARMANCA WÊ
Gulşen Demîrê diyar kir ku wan di pêşengiya nûnerên saziyên demokratîk de platformek li dijî tiryak û fuhuşê ava kiriye û got: “Di lêkolîna qadê ya ku ji aliyê sazî û şaredariyan ve hat kirin de derket holê ku temenê bikaranîna tiryakê daketiye 9 salan. Me tişta bûye sedema vê rewşê û em ê çawa mudaxele bikin nîqaş kir. Pergala dixwaze ciwan û jinên nafikirin biafirîne. Me têkildarî vê pêşniyazên çareseriyê û mînakên cîhanê li ber çavan girtin. Lemwa platformeke di vî warî de pir girîng e."
Gulşen Demîrê destnîşan kir ku nêzî 5 meh in xebatên vê yekê dimeşînin û got ku ew ê di 26'ê Nîsanê de bi meşekê avakirina komeleyê eşkere bikin. Gulşen Demîrê da zanîn ku armanca wan ew e ku di serî de li Amedê û bi giştî li tevahiya Kurdistanê bi pêşengiya ciwan, jin û zarokan li dijî tiryak û fuhûşê bitêkoşin û got: "Armanca me em li ser zemîneke rêxistinkirî vê têkoşînê bidomînin."
‘PIŞTGIRIYA MALBATÊ GIRÎNG E'
Gulşen Demîrê diyar kir ku wan serdana gelek saziyan kiriye û wiha got: "Me bi pêşengiya nûneran civîn li dar xistin. Bi vî awayî me bi piştgiriya hemû saziyan xwe gihand malbatan. Em ê bi 26'ê Nîsanê re rû bi rû hevdîtinan bi malbatan re bikin û li taxan civînan li dar bixin. Teqez divê malbat di vî warî de alîkariya me bikin. Ji lew re em di pêvajoyeke girîng re derbas dibin. Ev pêvajo, pîvana sereke ya aştiyeke birûmet e. Divê jin, zarok û ciwan bi rêxistinbûyînê ji vê rewşê xelas bibin. Lewma banga me pêşî ji bo jin û ciwanan e; em xwedî li vê kampanyayê û armanca platformê derkevin."
Hevberdevk Mûrat Kan jî bilêv kir ku sedemeke girîng a platformê jî asta pirgirêkên heyî ye û got ku pêvajoyê zor daye ku platformeke bi vî rengî bê avakirin.
Kan bilêv kir ku li Amedê temenê bikaranîna tiryakê daketiye heta 9 salan û got: "Armanca platformê jî ew e ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên fuhûş, bahis û qumarê xwedî gotin be."
BANGAWAZÎ
Kan ji bo amadekariyê platformê jî agahî dan. Kan bilêv kir ku dê platformê di 26'ê Nîsanê de bi meşeke ku hemû dînamîkên bajêr de nav de deklere bikin. Kan got: "Em li benda hemû dînamîkên bajêr in ku beşdarî meşê bidin."
MA/ Mujdat Can