STENBOL - Danişîna ewil a çalakvan û rojnamegerên ji ber çalakiyên Saraçhaneyê tên darizandin hate lidarxistin. Li ser daxwaza parêzeran, dosyayên 8 rojnamegeran ji dosyayê hatin cudakirin.
Rojnameger Zeynep Kuray, Hayrî Tunç, Bulent Kiliç, Gokhan Kam, Yasîn Akgul, Alî Onur Tosun û Kurtuluş Ari, ji ber şopandina çalakiyên protestoyî yên li dijî operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, bi îdiaya “muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” hatibûn binçavkirin û girtin. Piştî îtîraza parêzeran, Rojnameger di 27’ê Adarê de hatin berdan. Di çarçoveya heman lêpirsînê de, der heqê rojnameger Emre Orman de jî doz hate vekirin.
Danişîna ewil a 8 jê rojnameger bi giştî 99 kesan, li 62’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Edliyeya Stenbolê dest pê kir. Ji ber ku hejmar zêde ye, kesên tên darizandin birin eywana 27’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê.
Li gel endamên Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), her wiha Serokê Giştî yê DÎSK Basin-Îşê Turgut Dedeoglû û rêveberên sendîkayê jî danişînê dişopînin.
Rojnameger û kesên din ên tên darizandin, di danişînê de amade bûn. Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir.
‘AGAHÎDAYÎN MAFEKÎ QANÛNÎ YE’
Parêzerê rojnameger Bulent Kilinç, Yasîn Akgul û Zeynep Kurayê û Hevdîrektorê MLSA’yê Veysel Ok, diyar kir ku peywira rojnamegeran ew e ku bûyerên civakî bişopînin û xwest tavilê bên berdan. Ok, got ku agahîdayin mafekî qanûnî ye û xwest tavilê biryara beraetê were dayin û heke ev nebe jî bila dosyayên rojnamegeran bên cihêkirin.
Dadgehê ev daxwaz red kir. Li ser vê yekê li eywanê rageşî derket.
DADGER JI EYWANÊ DERKET
Piştre jî parêzeran gotin ku îtîrazên wan ên rayeyê hene. Dadger û dozgerên ku xwestin bêyî guhdarîkirina îtîrazan dest bi darizandinê bikin, li ser berteka parêzeran, cibeyên xwe derxistin û eywan terikandin. Bi hatina dadger û dozger re danişîn dîsa dest pê kir. Parêzeran gotin ku wan nêrîna hiqûqî ya Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TTB) pêşkeşî dosyayê kirine.
PARÊZER: ÎDIANAME LI DIJÎ QANÛNAN E
Parêzeran, diyar kirin ku îdianame li dijî qanûnan e, divê neyê qebûlkirin, li holê tu sûc nînin û daxwaza beraetê kirin.
DOSYAYÊN ROJNAMEGERAN HATIN CUDAKIRIN
Dadgehê piştre biryara xwe da û dosyayên 8 rojnameger û 4 parêzeran ji dosyayê cuda kir. Roja danişîna doza rojnamegeran hêj nehatiye diyarkirin.