NAVENDA NÛÇEYAN - Bi beşdariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, HSD û YPJ’ê li Kampa Holê operasyona ewlehiyê hate desptêkirin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi tevlibûna Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li kampa Holê operasyoneke ewlehiyê da destpêkirin. Fermandariyê, têkildarî operasyonê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
"Di van demên dawî de hem di warê leşkerî de hem jî di warê siyasî de, herêma me rastî gelek pêşketin û rûdanan hat. Van pêşketinan, derfet da şaneyên DAIŞ'ê ku liv û tevgera xwe zêde bikin, kiryarên terorîstî pêk bînin û sûdê ji valahiya li hin deverên Sûriyeyê bigirin. Li ser vê bingehê, DAIŞ’ê gelek çalakiyên terorîstî li dijî sivîlan û hêzên me yên leşkerî pêk anîn. Di heman demê de hewldana leşkerkirin û ji nû ve birêxistinkirina xwe zêde dike.
DAIŞ HEWL DIDE XWE BIGIHÎNE KAMPA HOLÊ
Kampa Holê yek ji cihên sereke ye ku rêxistina terorîst DAIŞ hewl dide xwe bigihînê. Di van demên dawîn de li kampê hewldanên dubare yên şaneyên DAIŞ'ê ji bo revandina malbatan çêbûn. Her wiha bi dehan rewşên gef û lêdanan li dijî şêniyên kampê hatin dîtin.
Kampa Holê ya ku bi deh hezaran malbatên DAIŞ'ê tê de dijîn, rewşeke awarte nîşan dide. Ew wek fitîla karesateke niha û pêşerojê tê dîtin, nemaze ji ber nebûna çareseriyên bingehîn ji aliyê civata navneteweyî ve ku barê giran li ser Rêveberiya Xweser dihêle. Ev yek bi taybetî piştî ku piştgiriya navneteweyî ji kampê re qut bû, rewşeke bê îstiqrar çêkir û astengî û kêşeyên mirovî û ewlehî zêde kirin.
HÊZÊN ME JI BO PÊŞÎLÊGIRTINÊ GELEK OPERASYON LI DAR XISTINE
Ji kesî nayê veşartin ku DAIŞ gelek caran hewl daye hişmendiya xwe ya tundrew di mejiyê zarok û ciwanên kampê de bi awayekî birêxistinkirî ferz bike. Her wiha navendên rêxistinên mirovî yên di nava kampê de jî rastî gelek êrişên wan hatin. Li ser vê bingehê û ji bo ku ev teror negihêje armancên xwe, hêzên me di dem û cihên cuda de li dijî şaneyên DAIŞ'ê bi dehan operaseyonên pêşîlêgirtinê li dar xistine.
OPERASYON HATE RAGIHANDIN
Ji bo wê, li gor prensîbên xwe yên mirovî û leşkerî û di berdewamiya xebatên xwe yên li dijî terorê, wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn- Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) em operasyona ewlehiyê ji bo paqijkirina Kampa Holê û derdora wê radigihînin.
OPERASYON LI SER AGAHIYÊN RAST HATE DESTPÊKIRIN
Ev operasyon li ser esasê agahiyên rasterast ên ku ji aliyê hêzên me yên ewlekariyê ve hatine tespîtkirin, der barê hebûna şaneyên rêxistinkirî yên DAIŞ'ê li hundir û derveyî Kampa Holê ku hewl didin ewlehî û aramiya kampê û derdora wê têk bibin, pêk tê.
Bi vê operasyonê re em careke din israr û pabendbûna xwe ya bi nirxên mirovî û berdewamiya hewldanên xwe yên ji bo jinavbirina jêderên terorê yên ku ewlehiya gelê me û cîhanê dixe metirsiyê dubare dikin.”