NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên rejîma Îranê bi ser 4 gundên Zahedanê ku navenda rêveberiya eyelayetên Sistan û Belucistanê ye de girtin. Di serdegirtinan de ciwanek hate kuştin û herî kêm 18 kes jî hatin binçavkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Haalvsê; hêzên rejîma Îranê îro di danê sibehê de bi ser gundên Chah-Ahmad, Sornaei, Ismailabad û Qaleh-e-Bidê yên Zahedanê ku navenda rêveberiyê ya eyaletên Sistan û Belucistanê ye, girtin. Ev gund, gundên Belucan e. Hat diyarkirin ku di serdegirtinan de herî kêm 18 Beluc hatin binçavkirin ku ji wan 2 jê zarok in.
Di nûçeyê de ev agahî hatin dayin: “Hêzên leşkerî bêyî ku biryareke darazê hebe, beriya nimêja sibehê bi ser malên welatiyên Beluc de girtin û li gelek malan li çend gundan lêgerîn hatin kirin. Di dema serdegirtinan de herêm bi temamî hatin dorpêçkirin. Di dema serdegirtinê de li gundê Sornaeiyê pevçûn derket û ciwanê Beluc ê bi navê Wali Mohammad Mohammadzahi ji hêla leşkeran ve hate kuştin. Di heman demê de muhafizekî şoreşê jî di pevçûnê de hate kuştin û herî kêm sê jî birîndar bûn.”
Bi qasî hatiye tespîtkirin kesên hatine binçavkirin ev kes in: “Aziz Nasiri Motlagh (43), Ehsan Nasiri Motlagh (17), Ekber Sebahş (45 ), Ekber Şahbahş (16), Şir Muhammed Nasiri Mutlaq, Ata Muhammed Nasiri Mutlaq, İshaq Kanberzahi, Vahid Şahbakhsh, Morteza Şahbakhsh, Nejat Kanberzahi (35) û biraziyê wî û Arif (Mohsen) Shahbakhsh (19).”