NAVENDA NÛÇEYAN - HPG’ê ragihand ku tevî agirbestê jî êrişên dewleta Tirk didomin û got ku di 4 rojan de 627 bombebaran hatine kirin.
PKK’ê, piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de, biryara agirbestê ragihand. Lê tevî vê jî êrişên ser herêmên Zap, Avaşîn, Garê û Metînayê berdewam in.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); HPG’ê di daxuyaniya xwe de got ku tevî biryara agirbestê jî êrişên bejahî û hewayî bênavber didomin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Girê Baharê yê girêdayî herêma Zapê di 15 û 17’ê Nîsanê de du caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.
627 BOMBEBARAN
Bi domdarî di daxuyaniyê de hate gotin ku di 15, 16, 17 û 18’ê Nîsanê de qadên Heftebax, Mijê, Dêreşê û Zêvkê yên girêdayî herêma Garê 131 caran, qadên Girê Amediyê û Girê Baharê yên girêdayî herêma Rojavayê Zapê 439 caran, qadên Serê Metîna û Bêşîlî yên girêdayî herêma Metînayê 57 caran û bi giştî 627 caran bi çekên giran, top û obûsan hatin bombebarankirin. Di heman demê de hate gotin ku di 16 û 17’ê Nîsanê de li ser Girê Baharê û Girê Cûdî liv û tevgera helîkopteran çêbûye.