WAN - Li navçeya Rêya Armûşê li dijî kargeheke firotina cilan bi çekan êriş hate kirin. Di êrişê de kesekî jiyana xwe ji dest da.
Hin kesên nasnameyên wan nediyar, li ser Cadeya Ferît Melen a li Taxa Şerefiye ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê êrişî dikaneke cilfiroşan kir. Di êrişê de 5 kes birîndar bûn. Li ser agahdarkirina welatiyan, komên tenduristiyê û polîs li cihê bûyerê hatin veguhestin.
KESEKÎ JIYANA XWE JI DEST DA
Komên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê, birîndar rakirin nexweşxaneyê. Hat zanîn ku birîndarekê rewşa wî giran tevî mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest da.
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.