STENBOL - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan anî ziman ku xeteriya tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder didome.
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan der barê rewşa dawî ya Serokwekîlê Meclisê yê DEM Partiyê û endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê daxuyanî da.
Ayşegul Dogan diyar kir ku ew li bendê ne ku agahiyên baş ji Onder bigirin û got, “Rewşa heyî nîşan dide ku rewş ber bi başiyê ve diçe. Li gorî daxuyaniyên bijîşkan heta niha rewş stabîl e. Em gelek deyndarê vê stabîlizasyonê ne. Onder hê jî ji bo jiyana xwe şerekî mezin dimeşîne. Çawa ku keça wî Ceren gotiye, ew tişta herî baş dizane dike. Ew li ber xwe dide. Berxwedana xwe didomîne.
EW Ê AŞTIYA MAYINDE BIBÎNE
Em hêviya xwe didomînn. Em di wê baweriyê de ne ku Sirri Sureyya Onder vê pêvajoyê wê bi tenduristiyeke baş derbas bibe. Ew ê bi awayekî ji wir rabe û tevlî me bibe. Û ew ê aştiya mayinde ya ku li bendê ye bibîne. Ez dubare dikim, pêvajo niha wekî ku tê pêşbînîkirin pêş dikeve. Stabilîzasyon bi rastî girîng e, domandina wê me kêfxweş dike. Em ê li gorî daxuyaniyên bijîşkan ê agahiyên wergirin bi we re parve bikin.
Duh Hevserokên me yên Giştî li vê derê îfade kirin. Me çi dît piştevaniya eleqeder, daxwazên şîfayê, daxwazên baş, agahiyên ku em hemû li bendê ne. Tişta ku pêwîstiya me heye, pêwîstiya Tirkiyeyê nîşan dide. Sirri Sureyya Onder dema têkoşîna jiyanê dide berxwedanê didomîne. Me tîne bav hev. Bi berdewamî cihêtiyan kêm dike û hevşiban zêde dike. Dixebite, li ser karê xwe ye.
Ayşegul Doganê diyar kir ku ji danê sibehê ve ji xeynî rewşa stabîl tu geşedanek nû tune ye û got ku ew kesên ku ji rêxistina Stenbolê ji bo daxwazên şîfayê hatine dihewînin.
Ayşegul Doganê di dawiyê de li ser navê malbatê û partiyê spasiya her kesên eleqeder kir.