NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku berxwedana li Bendava Tişrînê gihiştiye armanca xwe û çalakiya nobetê hatiye bidawîkirin.
Dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê di 8’ê Kanûna 2024’an de li dijî Bendava Tişrînê êriş da destpêkirin. Li ser banga Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelê herêmê li derdora Bendava Tişrînê dest bi çalakiya nobetê kir. Ji Kobanê, Tebqa, Reqa, Qamişlo, Amûdê, Hesekê, Dêrik û gelek bajarên din bi sedan kes ji 8’ê Çileyê heta niha li Bendava Tişrînê çalakiya nobetê li dar dixin. Rêveberiya Xweser, bi daxuyaniyekê ragihand ku berxwedana gel gihiştiye armanca xwe û çalakî hatiye bidawîkirin.
Têkildarî mijarê li bendavê daxuyanî hate dayin û kesên di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn. Daxuyanî, ji hêla Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman û Evîn Siwêd ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
"Ji destpêka meha Çileya 2025’an ve êrişên berfireh li dijî binesazî û navendên jiyanî yên herêma me hatin kirin. Bi vê yekê hewl dan ku îradeya gelên azadîxwaz û bi rûmet, têk bibin. Êrişên dijminahî bi awayekî raste rast û sîstematîk ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve li derdora Bendava Tişrînê dest pê kir û vê yekê xetereyeke mezin li ser bendavê çêkir. Ji ber ew saziyeke jiyanî ye û av û enerjiyê ji bo milyonan kes re peyda dike. Di çarçoveya vê gefa heyî de şênî û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Kurd, Ereb û Suryanan bersiv dan banga berpirsiyariya nîştimanî û tev li berxwedana berfireh a gel a di bin ala parastina xak û destkeftiyan de bûn.
BENDAVA TIŞRÎNÊ ŞAHIDIYA EFSANEYA TÊKOŞÎNÊ KIR
Ji 8’ê Çileyê ve di serî de rêxistinên jin û ciwanan bi sedan şêniyan berê xwe dan Bendava Tişrînê, ji bo parastina herêmê seferberiya giştî ragihandin û li kêleka HSD’ê û YPJ’ê ku mertaleke xurt li hemberî hewldanên pêşketinê bûn, tev li nava refên berxwedanê bûn. Vê berxwedanê destanên lehengiyên li hemberî amûra şer nivîsand û îsbat kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyanek bê rûmet û ne azad qebûl nakin û amade ne ku heya nefesa xwe ya dawî hebûna xwe biparêzin. Ji ber wê jî Bendava Tişrînê şahidiya efsaneya têkoşînê ya keç û xortên xwe, rûpelek zêrîn di dîroka şoreş û berxwedanê de nivîsand.
KESÊN JIYANA XWE JI DEST DAYÎN BI BÎR ANÎN
Di serî de şehîd Menîce, şehîd Kerem Şehabî, şehîd Harûn, şehîd Ezîz Ereb, Bavê Teyar, şehîd Ronahî Efrîn em bejna xwe li hemberî şehîdên xwe yên qehreman û tevahiya şehîdên ku di rêya azadiyê de canê xwe feda kirin, ditewînin. Em ji hemû birîndaran re şîfayê dixwazin û soz didin ku keda wan dê vala neçe.
BERXWEDAN BI SER KET
Ev berxwedana ku zêdetirî 100 rojî bi sekn û fedakarî dewam kir di parastina xak û destkeftiyan de bi ser ket, li ser vê esasê em îro encamnameya wê bi serkeftinê radigihînin. Di heman demê de tekeziyê li ser berdewamiya têkoşîna li hember her xeteriyeke nû dikin. Bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em hemû kesên ku di vê berxwedanê de cih girtin û hemû hêza xwe piştgirî dan berxwedana Bendava Tişrînê, silav dikin.
SPASIYA JI BO ROJNAMEGER Û XEBATKARÊN TENDURISTIYÊ
Her wiha em xebatkarên tenduristiyê silav dikin ku di şert û mercên herî dijwar de erka xwe pêk anîn. Her wiha em rojnamegerên ku rastî ragihandin bi taybet şehîd Cîhan, şehîd Nazim û şehîd Egîd Roj û hemû kesên ku li gel vê destanê bûn û li kêleka gelê xwe bûn, bi rêzdarî bi bîr tînin.
BENDAVA TIŞRÎNÊ BÛ SEMBOLA YEKRÊZIYA NETEWEYÎ
Bendava Tişrînê bû sembola yekrêziya neteweyî, bû keleha sekna gel a li hember dewleta Trik a dagirker, bû nimûneyeke zindî ya hêza gelên hevalbend di parastina xak û deskeftiyên xwe ruxmî hemû zehmetiyan.”