NAVENDA NÛÇEYAN - Kedkarên BES’ê li gelek bajaran daxuyanî dan û gotin ku daneyên TUÎK’ê yên enflasyonê rast nînin û TUÎK protesto kirin.
Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) ji bo protestokirina daneyên enflasyonê yên TUÎK’ê li gelek bajaran daxuyanî da. BES’ê, li Enqereyê li pêşiya TUÎK’ê daxuyanî da. Gelek kes tev li bûn. Serokê Şaxa Hejmar 2 ya BES’ê ya Enqereyê Mûstafa Çinar di daxuyaniyê de got: “TUÎK’ê rêjeya enflasyonê ya meha Nîsanê weke ji sedî 3 û ENAG’ê jî ji sedî 4,46 ragihand. Li gorî daneyên TUÎK’ê, enflasyona salane ji sedî 37,86 û li gorî ENAG’ê jî ji sedî 73,88 e.”
Bi domdarî Çinar anî ziman ku mûçeyê kêmtirîn di nava 4 mehan de 2 hezar û 953 TL bêqîmet bûye û got: “Îktîdar, TUÎK’ê jî weke amûreke lîstika xwe bi kar tîne û me dişêlîne. Di serî de daraz, hemû saziyan jî li gorî daxwaza xwe teşe dide, pergala hiqûqê tune dike û kedkaran bi pêşerojeke nediyar re rû bi rû dihêle. TUÎK, biisrar bihayê xurekan a di sepeta enflasyonê de vedişêre. Sedema nezêdekirina heqdestê kedkarên cemaweriyê, teqawid û kêmtirîn mûçeyan jî ev e. Rayedarên TUÎK’ê vê weke sepaneke standart nîşan didin lê parvenekirina van daneyan nîşan dide ku bi îktîdarê re tevdigerin.”
WAN
Li Wanê jî li pêşiya avahiya TUÎK’ê daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Heq hiqûq edalet” û “Dane derewin xizanî rastî ye” hatin berzkirin. Her wiha pankarta “Em ne daneyên sexte yên TUÎK’ê lê heqdestekî ji bo jiyaneke însanî dixwazin” hate hilgirtin. Metna daxuyaniyê ya hevpar j hêla Serokê Şaxa BES’ê ya Wanê Veysî Şeker ve hate xwendin.
EDENE
Li pêşiya Midûriyeta TUÎK’ê ya Herêma Edeneyê daxuyanî hate dayin. Seroka Şaxa BES’a Edeneyê Fatma Sariogûz Guney diyar kir ku li dijî daneyên nerast ên TUÎK’ê wan li serdozgeriyê gilî kirine û got: “Me doz vekir. Xizanî rastî ye, daneyên enflasyonê yên TUÎK’ê derew in.”
ANTALYA
Şaxa BES’ê ya Antalyayê jî li pêşiya Midûriyeta TUÎK’ê ya Herêma Antalyayê daxuyanî da û TUÎK protesto kir. Seroka Şaxa BES’ê ya Antalyayê Devrîm Mol, got: “Em bang li hemû derdorên ji ber daneyên sexte yên TUÎK’ê mexdûr bûn dikin ku tev li têkoşîna me ya mafdar bibin.”
MÊRSÎN
Li Mêrsînê bi pêşengtiya BES’ê li pêşiya Avahiya Sereke ya Darayî daxuyanî hate dayin. Sendîkayên teqawidan ên li bajar jî piştgirî dan daxuyaniyê. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Bijî têkoşîna me ya hevpar”, “Li dijî faşîzmê mil bidin milên hev” û “Bi tena serê xwe rizgarî nîne, an bi hev re yan tu kes ji me” hatin berzkirin. Serokê Şaxa BES’ê ya Mêrsînê Kemal Goçmen got ku daneyên TUÎK’ê rast nînin û got ku kedkar di heman demê de li dijî bêhiqûqtiyên îktîdarê jî têdikoşin.