ENQERE - Saziya Venêrînê ya Cemaweriyê daxwaza mafê hevdîtina bi rêya telefonê ya di dema nebûna hevdîtinên serdêran de ya girtî Eren Erdem red kir û pêşniyaz kir ku ji bo mewzûata têkildar bixebite divê serî li Wezareta Dadê bê dayîn.
Emre Erdem ku li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê tê girtin, diyar kir ku wî di 21'ê Çileyê de ji bo ku di rojên ku hevdîtin tune ne mafê axaftina bi telefonê ya 30 deqîqeyî, li Saziya Venêrînê ya Cemaweriyê (Ombudsman) daye, lê serlêdana wî di 7'ê Tîrmehê de hatiye redkirin.
Erdem di nameya xwe de rewşê vegot. Erdem destnîşan kir ku saziyê serlêdana wî red kiriye, lê ji bo mewzûata heyî bê pêkanîn pêşniyaz kiriye ku ew serî li Wezareta Dadê bide.
Erdem, di nameya xwe de der barê bersiva saziyê de got ku saziyê ji bo daxwaza 30 deqeyên din ên telefonê di dema nebûna hevdîtinên serdêran de, pêşniyazî wî kiriye ku ew di çarçoveya xala 74'an a rêziknameyê de ji bo pêkanîna mewzûata heyî serî li Wezareta Dadê bide.
Erdem diyar kir ku heke Wezareta Dadê mewzûata navborî ji bo hemû girtiyan bi cîh bîne, bi deh hezaran girtî dikarin bêtir sûdê ji mafê hevdîtina bi rêya telefonê bigirin.