AMED - Sazî û parastvanên mafên mirovan ên navneteweyî j bo danişîna doza endama TJA’yê Ayşe Gokkan ku dê li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê were lidarxistin, banga beraet û berdanê kirin.
Danişîna doza Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) a berê Ayşe Gokkan dê sibe saet di 10.00’ê de li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê were lidarxistin. Hem raya giştî ya Tirkiyeyê hem jî ya navneteweyî bi daxuyaniyan peyamên piştevaniyê dan. Di serî de TJA, gelek rêxistinên jinan, Weqfa Paul Gruninger a navenda wê Swîsre, Foruma Sivîl a Ewropayê û ji welatên cuda gelek parastvanên mafên mirovan ji bo Ayşe Gokkanê banga “Tavilê beraet bikin û bila were berdan” kirin.
TJA’yê, bi daxuyaniyekê bang li jinan û hemû parastvanên mafên jinan kir ku tev li danişînê bibin.
BANGA TEVLIBÛNA DANIŞÎNÊ
Weqfa Paul Grunîngerê têkildarî mijarê ev bang kir: “Tu sûcên Ayşe Gokkanê nînin. Vê dozê tavilê bidin sekinandin û Ayşe Gokkanê berdin. Gokkan, ji bo aştiyê têkoşiyaye û îradeya gel parastiye.” Weqfê, di payîza sala 2023’yan de ji ber sekna bibiryar a di têkoşîna mafên jinan û demokrasiyê de Ayşe Gokkan xelat kiribû.
Hevseroka Foruma Sivîl a Ewropayê (European Civic Forum - ECF) Katharina Hahn jî ev peyam parve kir: “Em bang dikin ku li Dadgeha Cezayan a Amedê biryareke adilane were dayin. Ev biryar ne tenê divê beraeta Ayşe Gokkanê be, divê tavilê were berdan.”
Parastvanên mafên mirovan ên navneteweyî jî serî li Wezareta Dadê û 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê da û daxwaza beraet û berdana Ayşe Gokkanê kirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Tu caran tundî bi kar ne anî, ji bo mafên mirovan, mafên Kurdên li Tirkiyeyê û mafên jinan bi rêbazên aştiyane têkoşiya.”
Kesên bang îmze kirin ev in:
* Dr. Thomas Schmidinger - Pisporê Rojhilata Navîn, Zanîngeha Viyanayê / Zanîngeha Hewlêrê ya Kurdistanê
* Julie Ward - Endama Parlamentoy Ewropayê ya berê (2014-2020), Endama Komîteya FEMM’ê
* Maryam Namazie - Parastvana Mafên Jinan
* Montserrat Cervera Rodon - Associació Ca la Dona (Barselona)
* Tina Leisch - Derhênera Fîlm û Şanoyê, Viyana
* Dr. Bêrîvan Aslan - Endama Meclisa Şaredariya Viyanayê