STENBOL - Li gorî rapora ÎSÎG’ê, di meha Tebaxê de herî kêm 194 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.
Meclisa Tenduristiyê û Ewlehiya Kar (ÎSÎG), rapora xwe ya meha Tebaxê ya têkildarî cînayetên kar aşkera kir. Li gorî raporê, di nava mehekê de herî kêm 194 karkeran di encama cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. ÎSÎG’ê, da zanîn ku ji meha Çileyê ya 2025’an heta meha Tebaxê herî kêm hezar û 359 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Hat destnîşankirin ku ji 194 karkerên jiyana xwe ji dest dane 13 jê zarok, 19 jê jin û 6 jî penaber in.
Hat gotin ku cînayetên kar herî zêde li Stenbol, Antalya, Sêwas, Gîresûn, Balikesîr, Mereş, Mûgla, Samsun, Kocaelî, Riha, Çorum, Denîzlî, Amed, Îzmîr, Kayserî, Manîsa, Mêrsîn, Rîze, Sakarya û Tekîrdagê çêbûne.
Li gorî raporê; ji karkerên jiyana xwe ji dest dane 60 jê karkerên pîşesaziyê, 45 jê karkerên çandiniyê, 44 jê karkerên înşaetê û 43 jî karkerên xizmetê ne.