* Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedalê diyar kir ku dewrkirina desthilatdariya darayî û siyasî ji bo rêveberiyên xwecihî welat parçe nake, berevajî wê xurt dike. Neslîhan Şedalê got ku divê walî û hemû rêveberên xwecihî bi hilbijartinê werin diyarkirin. (DOSYA)
* Siyasetmedarên jin ên ku diyar kirin azadiya Abdullah Ocalan azadiya jinan e, bal kişandin ser mitînga ku dê di 4’ê Çileyê de were lidarxistin û gotin: "Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin."
* Mehmet Çakarê 76 salî ku li hemberî qirkirina ekolojîk a li Şirnexê, li quntara Çiyayê Cûdiyê bi gopalê xwe çal koland û "tovên hêviyê yên pêşerojê" çand, got: “Jiyan ji me re nehiştin”, Halîme Baykayayê jî peyama “Em ê çiyayên xwe ji nû ve şîn bikin” da.
* Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz bal kişand ser raporên ku partiyan pêşkêşî Meclisê kirine û diyar kir ku ev rapor di warê çareseriya pirsgirêka Kurd de kêm in.
* Welatiyên Wanê diyar kirin ku dewlet gavên şênber naavêje û ev jî rê li ber bêbaweriyê vedike. Welatiyan, xwestin dewlet gavan biavêje.
* Girtî Halît Aydin bal kişand ser sepan û hewldanên provokasyonê yên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Dumlu ya Erziromê û got: "Rastiyeke nayê dîtin jî ew e ku zemîna provokasyonê ne tenê li derve di girtîgehan de jî ye."
* Malbatên di pêvajoya şer de xizmên xwe winda kirin, ji 7 salî heta 70 salî bang li her kesî kirin ku tev li mitînga 4'ê Çileyê ya li Amedê bibin ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan tê lidarxistin.
* Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku rapora partiyên siyasî pêşkeşî Komîsyona Meclisê kirin di mijara çareseriyê pirsgirêka Kurd de qels in.
* Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol dê were şopandin.
*Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê li Amedê tev li 1'emîn Kongreya Asayî ya Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê bibin. (10.00) ZINDÎ
* Cemaeta Suryan dê bi boneya Cejna Zayînê li Dêra Kiriklarê ya Mêrdînê pîrozbahiyê li dar bixin. (11.00)
* Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan dê têkildarî geşedanên di rojevê de li navenda giştî ya partiya xwe daxuyaniyê bide. (13.00)
*MED TUHAD-FED dê têkildarî mitînga "Hêvî û Azadiyê" daxuyaniyê bide. (15.00)
