WAN - Girtî Halît Aydin bal kişand ser sepan û hewldanên provokasyonê yên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Dumlu ya Erziromê û got: "Rastiyeke nayê dîtin jî ew e ku zemîna provokasyonê ne tenê li derve di girtîgehan de jî ye."
Halît Aydin ê ku ji 20’ê Îlona 2025’an ve li Girtîgeha Hejmar 2 a Dumlu ya Erziromê tê ragirtin, binpêkirin û tundiyên li girtîgehan bi nameyekî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegot. Aydin di nameya xwe de diyar kir ku ew ji astengiyên bikaranîna qada hevpar, kurs, werzîş, pirtûk û mafên bingehîn bêpar tên hiştin û ev tişt got: “Rojeva esasî ya welat aştiya civakî û çareserî ye û fikara herî mezin a civakê zemîna provokasyonê ye. Di vê mijarê de rastiyekî din heye ku zemîna provokasyonê ne tenê li derve li girtîgehan jî tê avakirin. Mebesta nivîsa min a vê nameyê ew e ku ez balê bikşînim ser zemîna provokasyonê û ji bo bidawîbûna binpêkirinên mafên mirovî û sepanên bêhiqûqî û banga hestiyariyê ji bo çareseriyê ye.”
NAVENDA RIZANDIN Û KUŞTINA MIROV
Aydin diyar kir ku ev 4 meh in li Girtîgeha Hejmar 2 a Dumluyê tê ragirtin û li hemberî girtiyan bi awayeke fîzîkî û derûnî tundiyekî sîstematîk tê sepandin û wiha pê de çû: “Girtîgehên ku di raya giştî wek ‘Tîpa Bîrê’ tên zanîn, bi dîwar, pencereyên xwe bi aweyekî ku girtiyan terkî mirinê dike hatiye çêkirin. Dîwarên wê yên ku 12 metre bilind in û hucreyên wê yên ku 365 rojên salê tu caran tavê nabînin, têlên qefesê ku bi awayekî nehiqûqî li ber pencereyên wê hatine xistin, hucreyên wek tabûtê ku bi firehiya 24 metrekare û 3 ranza, mitbex, daşir tê de cih digirin navendên rizandin û kuştina mirovan ne.”
‘DIXWAZIN TECRÎDÊ KÛRTTIR BIKIN’
Aydin, rave kir ku ev girtîgeha ku bi mîmariya xwe ve ji bo tecrîdê hatine avakirin û bi sepanên hundir ve tecrîd girantir dibe û wiha vegot: “Rexmê ku me cezayê muebeda girankirî negirtiye em rojane tenê ji bo 2 saetan derdikevin hewşê. 22 saetên din em di hucreyên bê tav û ronkayî de derbas dkin. Gelek caran bi hinceta lêgerînê ew mafê me yê 2 saet jî tê astengkirin. Li gorî mafê mirov ê gerdûnî ger ‘cezayê hucreyê jî wergirtibe mafê derketina hewşê yê tu giriyekî nayê astengkirin’, lêbelê hinceta hiqûqî û wijdanî ya van sepanan nîn e. Daxwazên me yên guhertina odeyan ji bo kûrkirina tecrîdê her tim tên redkirin. Bi vî rengî mafê sosyal ê girtiyan tê astengkirin.”
ASTENGIYÊN BEŞDARBÛNA KURSAN
Aydin, anî ziman ku kurs, werzîş û atolyeyên ku girtî bikaribin lê civakî bibin bi awayekî sistematik tên astengkirin û di nameya xwe ev tişt ragihand: “Mafê me yê 2 saetan ji bo atölyeye (cihê ku jê re tê gotin atolye odeyên vala ne), kirin rojek. Di nava mehê de mafê meye werzîşê rojek e, kirine ji 6 heftayan rojek. Em di nava 8 mehan de tenê 3-4 caran derketine. Yek ji mafên girtiyan jî kurs in. Ji bo girtiyên ji sûcên qetla jinan, tecawiz, tiryakfiroşiyê kursên tembûr û xêz û bilûrê tên vekirin lêbelê ji bo girtiyên siyasî tu kurs nehatine vekirin. Herwiha nameyên me bi awayekî kêfî tên sasnsurkirin. Kelûpelên paqijiyê tevî ku di lîsteyên kantînê de hene, nayên firotin. Pirtûkên ku ji aliyê wezaretê ve hatine erêkirin, ji ber naverokên Kurdî nayên dayîn. Nameyên ku em bi Kurdî dinivisînin, nayên şandin.”
BANGA HESTIYARIYÊ
Aydin, destnîşan kir ku binpêkirinên li girtîgeê îspata sepana xirab in û nameya xwe wiha bi dawî kir: “Em dizanin ku ev sapan ji ber nasnemeya polîtîk tên kirin. Rojeva esasî ya welat aştiya civakî û çareserî ye û fikara herî mezin a civakê zemîna provokasyonê ye. Di vê mijarê de rastiyekî din heye ku zemîna provokasyonê ne tenê li derve li girtîgehan jî tê avakirin. Mebesta nivîsa min a vê nameyê ew e ku ez balê bikşînim ser zemîna provokasyonê û ji bo bidawîbûna binpêkirinên mafên mirovî û sepanên bêhiqûqî û banga hestiyariyê ji bo çareseriyê ye.”
