Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin

  • rojane
  • 14:24 15 Çile 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Bendava Tişrînê û derdora wê hate bombebarankirin. 

Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Tevî êrişên zêdetirî mehekê didomin jî dewlet tirk û koma wê ya paramîlîter nekarî li Bendava Tişrînê pêş bikeve. Tirkiye ya ku nikare ji hêla bejahî ve pêş bikeve, Bendava Tişrînê û derdora wê bi balafirên şer bombebaran kir. 
 
Li gorî nûçeya ANHA’yê; balafirên dewleta tirk 300 metre dûrî beşa tijî-derxistin ku beşa sereke ya Bendava Tişrînê ye, bombebaran kir. Hat ragihandin ku liv û tevgera balafiran a li ser herêmê didome û têkildarî encamên êrişên agahiyên zelal nehatin bidestxistin.