Dewleta tirk Bendava Tişrînê bombebaran kir: Sivîlek hat qetilkirin, 10 jî birîndar bûn

  • rojane
  • 16:24 16 Çile 2025
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişa hewayî ya dewleta tirk a li dijî Bendava Tişrînê de welatiyekî sivîl hate qetilkirin û gelek kes jî birîndar bûn. 

Êrişên dewlet tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Li dijî êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter, xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Bendava Tişrînê dest bi çalakiya nobetê kiribû. Çalakî di roja 9’an de didome. 
 
Li gorî nûçeya ANHA’yê ; dewlet tirk bi balafiran êrişî Bendava Tişrînê kir. Hat ragihandin ku di êrişê de welatiyek hate qetilkirin û 10 kes jî birîndar bûn. 
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di êrişên duh de jî 3 sivîl hatibûn qetilkirin. 
 
Tevî êrişan jî berxwedana gel a li bendavê didome.