ROJEVA 30’Ê ÇILEYA 2025’AN
- rojane
- 09:00 30/1
Rojnameger Suat Toktaş hate girtin û Bariş Pehlîvan û Kurşad Oguz jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Pêşkêşvana Halk Tv’yê Seda Selek û midûrê berpirs ê Halk TV’yê Sehan Asker ku di çarçoceya lêpirsîna Halk TV’yê de hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
2 kesên ku di 26’ê Çileyê de li Amedê hatibûn binçavkirin, hatin girtin û li navçeya Farqînê jî Aysel Yapici û Umît Okşamak hatin binçavkirin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Keskîn Bayindir diyar kir ku tayînkirina qeyûm dagirkerî ye û got: “Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Stenbolê di panelekê de axivî û tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê weke “derbeya siyasî” nirxand.
Xwişka Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê ya berê Fîgen Yuksekdag, Saniye Yuksekdag jiyana xwe ji dest da.
- Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê da û wiha bang li qeyûm kir: “Dizo ma tu şerm nakî. Bêyî jixwe şerm bikî, weke ku vî gelî dengê xwe dabe te tu dikenî û li ser wê kursiyê rûdinî.”
Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê li Êlihê hatin protestokirin.
Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş di çalakiya protestokirina qeyûm a li pêşiya Şaredariya Sêrtê de axivî û wiha got: “Me tu caran serî netewand û dê netewînin. Em ê li dijî zilmê li ber xwe bidin.”
Saît Zambak ku piştî 30 salan hate berdan, wiha got: “30 salên min bi têkoşînê derbas bûn. Ez serbilind û serfirazim.”
Şandeya MSD’ê li ser vexwendina konsolosxaneyên Swêdê yên li Lubnan û Sûriyeyê, bi rayedarên balyozxaneyê re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de li ser rewşa Sûriyeyê û êrişên Tirkiyeyê hate axaftin.
Çalakiya nobetê ya ji bo rawestandina êrişan li Bendava Tişrînê hatiye destpêkirin, tevî êrişan jî di roja 22’yan de didome.
Siyasetmedaran bertek nîşanî êrişên ser ESP, SKM û SGDF’ê dan û li dijî êrişan banga têkoşîna hevpar kirin.
Di çalakiya protestokirina tayînkirina qeyûm a li pêşiya Şaredariya Akdenîzê de wiha hate gotin: “Îktîdar ji bo hesabên biçûk û bi kompasan, bi welêt dide windakirin.”