'Ji bo tayînkirina qeyûm hincetan çêdikin’
- rojane
- 13:25 28/1
Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ku 6 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hate birîn, wiha got: “Ji bo tayînkirina qeyûm hincetan çêdikin. Li gorî xwe hincetan çêdikin lê tu hinceta vê nîne.”
Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ku 6 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hate birîn, wiha got: “Ji bo tayînkirina qeyûm hincetan çêdikin. Li gorî xwe hincetan çêdikin lê tu hinceta vê nîne.”
Dewleta tirk gundê Um Hermelê yê bajarokê Zirganê yê Kobanê bombebaran kir. Di êrişê de ji heman malbatê 3 kes hatin qetilkirin.
Balafirên şer ên dewleta tirk derdora Bendava Tişrînê bombebaran kirin.
Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di roja 40’emîn a qetilkirina xwe de li ser gorên xwe hatin bibîranîn.
Girtî Latîf Mollaahmetoglû dema sewqî nexweşxaneyê dihat kirin hate derbkirin û sepelekî gefa “Min baş di hizra xwe de bicih bike û ji bîr neke, hêj gelek karê min bi te heye” lê xwar.
Rêveberên EGE-TUHAYDER û ÎHD’ê bal kişandin ser nîqaşên ser çareseriya pirsgirêka Kurd û gotin: “Heke dewlet jidil be divê weke gava ewil girtiyên nexweş berde.”
Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ku ji ber xebatên rojnamegeriyê ceza lê hate birîn, wiha got: “Ev, êrişeke li dijî vîna gelê Kurd e. Vê dadgehê, careke din piştrast kir ku dijminatiyê li Kurdan dike.”
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Di doza Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş de 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate dayin.
Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî diyar kir ku di mijara yekparetiya xaka Sûriyeyê û çareseriya siyasî de di navbera wan û rêveberiya Şamê de ji hêla nêrînê ve pirsgirêk tune ye û got: “Ji bo çareseriyê me daxwazên xwe jê re gotin û em li benda bersivê ne.”
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat got: “Ji bo Rêber Apo bikare bang bike divê tecrîd bê rakirin.” Besê Hozat, da zanîn ku heta niha tu peyam ji wan re neçûne û got ku heke dewlet polîtîkaya çareseriyê deyne holê, ew dikarin mijara berdana çekan nîqaş bikin.
Nûnerên saziyên ku kampanyaya "Ji Rojava re statu, ji gelan re azadî" îmze kirin, bal kişandin ser gengeşeyên li ser pirsgirêka kurd û gotin: "Gava li hundir doza aştiyê bê kirin, divê li derve komkujî neyên kirin."
Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar ê ku dema mamoste bû ji ber tevlî xebatên sendîkayan bû hat girtin û serbest hat berdan, diyar kir ku divê desthilat dest ji polîtîkayên ku zirarê dide edaletê berde û got ku ev polîtîka wê bi ser nekevin.
Dikana Piştgiriya Jinan a Hêvî ya Şaredariya Silopiyayê xwe gihand 2 hezar malbatên hewcedar. Ceylan Denîzê ji bo hîn bêtir bigihîjin malbatan banga "alîkariya ji bo dikanê" kir.