Dê bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê bê protestokirin
- rojane
- 13:19 02
DFG û Rojnameya Yenî Yaşam dê di 32'yemîn salvegera bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê de, bombekirinê protesto bikin û bîranînekê li dar bixin.
DFG û Rojnameya Yenî Yaşam dê di 32'yemîn salvegera bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê de, bombekirinê protesto bikin û bîranînekê li dar bixin.
Fîlozofê Îtalî Mauro Ceruti diyar kir ku ew piştgiriyê dide Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: "Ev rêça nû dikare li Rojhilata Navînê bibe mînakeke erênî."
Tehliyeya Mehmet Saît Yildirim ê li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê tê ragirtin û 31 sal in girtî ye, bi hinceta ku gotinên Seyîd Riza yên di dema darvekirinê kiribû de dubare kiriye, ji bo 9 mehan hate taloqkirin.
Elewiyên Ereb ên ku ji bajarên cuda hatin ber Meclisê ku li dijî komkujiyên Elewiyan li Sûriyeyê nerazîbûnê nîşan bidin, gotin: "Divê ev pêkanînên nemirovane demildest werin rawestandin, sûcdar hesab bidin û mexdûr bên parastin."
Dîlaver Karasû yê ku ji bo danişînê ji Girtîgeha Erziromê sewqî Girtîgeha Xelatê hat kirin, çendî daxwaz kir jî nehat şandin û dê ji bo danişînê 3 mehan li vir di hucreyê de bê girtin.
Her çiqas hevdîtinên li ser Peymana 10'ê Adarê xitimîbin jî, Salih Muslim bal kişand ser hevrêziya li pişt perdê ya di navbera Tirkiye û Şamê de, deverên ku ji bo DAIŞ'ê hatine vekirin û êrişên li ser gelên Elewî û Durzî û got: "Heke demokrasî tune be, entegrasyon jî tune ye."
Endamên Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re, ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin.
Devlet Bahçelî ku îşaret bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û diyar kir ku vegera ji vê pêvajoyê ne pêkan e û got ku kesên li dijî pêvajoyê dertên li dijî dewletê jî dertên.
Ji ber parvekirinên li ser medyaya dijîtal, bi îdiaya “gef li serokkomar xwariye” 4 sal û 2 meh cezayê hefsê dan Cemîl Taşkesen. Taşkesen, bi gotina xwe ya “Ev der Kurdistan e” dihat naskirin.
Parêzerê Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ê qeyûm tayinî şûna wî hat kirin, Azad Ozer, beriya danişîna dozê ku dê piştî xerakirina ceza bê lidarxistin axivî, diyar kir ku divê Akiş bê berdan û vegere ser karê xwe.
Hevşaredarên Şaredariya Cizîrê Guler Tûnç Yerbasan û Abdurahîm Dûrmûş ku Amîrê Polîsan yê Şirnexê Şuayîp Ogdur gef li wan xwaribû û heqaret li wan kiribû, diyar kirin ku divê kesên tayinkirî rêzê li îradeya gel bigirin û gotin ku ew ê pêvajoyê navborî bişopînin.
Parêzer Ulaş Ertaş, 11'emîn Pakêta Darazê ya ku pêşkêşî Meclisê hatiye kirin û dê sibê li Komîsyona Edaletê were nîqaşkirin rexne kir û got: "Bi vê pêvajoya nû re, divê bi awayekî tevahî û bi Qanûneke Înfazê ya nû newekheviyên di qanûnên înfazê de werin rakirin."
Şam, yek ji bajarên herî kevnar ê cîhanê ye, ji her alî ve mîna bajarekî birîndar xuya dike. Li ser her avahîyekê, mirov dikare şopa çîrokeke ku ji ber şer nîvcomayî bibîne. "Jiyana asayî" ya ku ji erdnîgariyên din cuda ye, didome, nêrîna li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi guherînê kiriye.
Welat Esen ê ku piştî 31 salan ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind (YGC) a Antalyayê hate tehliyekirin, li Îzmîrê bi çepik û tilîliyan hate pêşwazîkirin.