ROJEVA 10’Ê ÇILEYA 2025’AN
- rojane
- 09:00 10/1
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Fransayê Lemoine, got: “Em di ferqa deynê xwe yê ji bo HSD’ê û şervanên azadiyê de ne. Di salên zehmet ên têkoşîna li dijî terorê de ew bi me re bûn.”
Hevşaredarên Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nûriyet Aslan hatin binçavkirin. Polîsên ku avahiya şaredariyê dorpêç kirin gotin: “Qeyûm hatiye tayînkirin.”
Rozerîn Çukur a di dema qedexeya derketina kolanan de li Sûrê hatibû qetilkirin, li ser gora xwe hat bibîranîn.
Rojnameger Selamet Turan ku bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatibû girtin, ji girtîgehê hate berdan.
Hat zanîn ku cenazeyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên bi SÎHA’yan hatibûn qetilkirin û ji ber ku îktîdara AKP-MHP’ê destûr neda bînin bakurê Kurdistanê, dê li Rojava bên definkirin.
Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan di bîranîna Leyla Şaylemez de axivî û wiha got: “Em ê tu caran dev ji paradîgmaya xwe ya azadîxwaziya jinê bernedin.”
Şandeya ku dixwest cenazeyên rojnamegerên hatin qetilkirin wergirin û li deriyê sînor hatin astengkirin, li Silopiyayê daxuyanî da, bi dirûşma “Nazim û Cîhan rûmeta me ne” meş li dar xist û astengkirin protesto kir.
Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez li Meclisê bertek nîşanî astengkirina hesabên X’ê yên MA, JINNEWS û rojnameya Yenî Yaşamê da.
DEM Partiyê got “Tu kes nikare DEM Partiyê weke dijbera pêvajoyê nîşan bide” û ev tişt anî ziman: “Birêz Ocalan pêvajoya heyî bi fedekariyeke mezin û bibiryardarî didomîne. Em bang li her kesî dikin di mijara nêzikatiya li dijî birêz Ocalan de cidî tevbigerin.”
Di danişîna doza rojnameger Selamet Turan de 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate dayin û biryara tehliyeyê hate dayin.
Di doza rojnameger Sadik Topaloglû de biryara tehliyeyê hate dayin.
Navên welatiyên sivîl ên duh di êrişa dewleta tirk a bi SÎHA’yan a li dijî Bendava Tişrînê de jiyana xwe ji dest dayin hatin eşkerekirin.
Hevserokê Komeleya Jiyan Hafize Azadiyê Ozan Devrîm ji bo danişîna biryarê ya doza Nezîr Tekçî ku li Geverê di dema binçavkirinê de hatibû qetilkirin, banga tevlibûnê kir û got: “Ji bo pêşî li necezakirinê were girtin, piştevanî girîng e.”