Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Demîr: Pêşî divê girtiyên nexweş bên berdan
- rojane
- 09:01 14/3
Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Mehmet Şerîf Demîr got: "Eger pêvajoyek were destpêkirin, divê beriya her tiştî girtiyên nexweş bên berdan."
Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Mehmet Şerîf Demîr got: "Eger pêvajoyek were destpêkirin, divê beriya her tiştî girtiyên nexweş bên berdan."
Rahşan Demîrel ku di Newrozê de bedena xwe şewitandibû, li ser gora xwe hat bibîranîn. Dayika Rahşan Demîrelê Emîne Demîrel di bîranînê de axivî û got: “Ew ji bo azadiya gelê Kurd têkoşiyan û serî netewandin.”
Bi pêşengtiya jinên TJA û DEM Partiyî starta Newroza Îzmîrê hate dayin. Agirê Newrozê li Kadîfekaleyê hate vêxistin ku Rahşan Demîrel li wir bedena xwe şewitandibû.
Platforma DGD’ê diyar kir ku ew piştgiriyê didin banga dîrokî ya Abdullah Ocalan û wiha got: “Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd em ê berpirsyartiyê li xwe bigirin.”
Di pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Xelfetiyê de tekane daxwazek derket pêş ku ew jî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bû.
Komîteya Amadekar a Newroza Cizîrê ji bo pîrozbahiya Newrozê ku dê di 20’ê Adarê de were lidarxistin bang kir û got: “Em ê Banga Aştî û Civaka Demokratîk bi agirê Newrozê re gur bikin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku tevî biryara agirbestê jî dewleta tirk di nava 2 rojan de 715 caran êrişî hêzên wan kiriye.
DEM Partî di çarçoveya banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi nûnerên ÎHD’ê re hevdîtin kir.
Baroya Amedê, TUAY-DER, OHD û ÎHD’ê rapora xwe ya têkildarî 16 girtîgehan aşkera kirin û gotin ku ji astengkirina zimanê Kurd heta mafê tedawiyê, gelek maf bi awayekî sîstematîk tên binpêkirin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di pîrozbahiya Newrozê ya li Xelfetiyê de bang li îktîdarê kir û got: “Gelo hûn ê şert û mercên ku birêz Ocalan bikare bi awayekî azad bixebite û muzakereyan bike kengî ava bikin? Hûn li benda çi ne?”
Dayika Aştiyê Sakîne Arat dê sibe li Goristana Yenîkoyê ya Amedê bi merasîmekê were definkirin.
Li gorî daneyên BÎSAM’ê, sînorê birçîtiyê kêmtirîn mûçe derbas kir û derket 22 hezar û 886 lîreyan. BÎSAM'ê ’ot ku sînorê xizaniyê jî derketiye 79 hezar û 165 lîreyan.
Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk diyar kir ku dê li encamên peymana di navbera HSD û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê binêrin û dê şandeyek biçe serdana Sûriyeyê.
SOHR’ê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de li bajarên Tartus, Laziqiye û Hemayê 158 û li herêmên din jî 19 kesan jiyana xwe ji dest dan.