Rojnamevan Andan û gelek kes hatin binçavkirin
- rojane
- 11:51 11/10
Di serdegirtinên malan ên li Amedê de rêveberê DFG’ê Serhildan Andan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Di serdegirtinên malan ên li Amedê de rêveberê DFG’ê Serhildan Andan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Di danişîna doza GOÇÎZDER’ê de raporên lêkolînkirina materyalan hate xwestin û danişîn taloqî 25’ê kanûnê hate kirin.
Malbat û wasiyê Reberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzer Eda Onal ku muwekîlê wê Abdulkadîr Kuday li girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû, diyar kir ku divê cihêkariya di qanûna înfazê de bê rakirin û girtiyên nexweş ên rewşa wan giran tavilê bên berdan.
Rojnameger Azîz Koylûoglû, diyar kir ku hilbijartinên li Herêma Kurdistanê bên kirin dê siyaseta pêşerojê ya herêmê diyar bike û got: "Li herêmê du xet hene, yek YNK'ê ya ku bi welatparêziyê derdikeve pêş, ya din jî PDK'e ya ku bi xiyanetê derdikeve pêş. Gel dê welatparêziyê hilbijerê an xiyanetê hilbijêre dê diyar bibe.”
Rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Wanê Ayten Kiran der barê windabûna Rojîn Kabaiş de axivî û got: “Têkildarî windabûna Kabaîş ji destpêkê ve xemsarî û guman hene. Rêvebirê wargehê xwe berpirsiyar nabîne, rektorê zanîngehê jî bi heman awayî tevdigere. Ev jina ciwan li cihê herî ‘bi ewle’ winda bû. Hûn ê vê yekê çawa rave bikin?”
Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya DBP'ê Mûrat Kiliç diyar kir ku rêya xelasiyê ya krîzên piralî bi azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêkan e û banga mitînga 13'ê cotmehê ya li Amedê kir.
Girtiyên li Girtîgeha Akçadagê ji ber lêgerîna li hundirê dev û lêgerîna tazî nikarin biçin nexweşxaneyê. Hat diyarkirin ku girtiyê nexweş Mehmet Alî Yaşa yê jiyana xwe ji dest da, ji ber vê sedemê nexweşiya wî dereng hatiye teşhîskirin.
Li Afyonê otobûsa rêwiyan wergeriya û di qezayê de 21 kes birîndar bûn.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo herêma Rojhilatê Behra Spî, Rojhilatê Behra Reş û Herêma Serhedê hişyariya barîna zêde kir.
Li ser rêya di navbera navçeyên Cizîr û Silopiyayê de TIR’eke sewal lê barkirî qeza kir û gelek sewal mirin.
Di xebatên ji bo mîtînga 13'ê Cotmehê ya Amedê de wiha hat gotin: "Em bi ruhê seferberiyê di 13'ê Cotmehê de li dijî tecrîdê aştiya mayînde biqîrin."
Desmala xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş ku ev 14 roj in winda ye, ji aliyê Tîmên Agirkujiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve li ser qeraxa Gundê Bardakçi yê kêleka zanîngehê hat dîtin.
Hunermend Helîmê Omerî û Azad Bedran ên hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.