Bi hinceta ‘li cem hev rûniştine’ ceza dan girtiyên di heman qawîşê de
- rojane
- 14:52 02/3
Mehmet Aydin ku li Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê tê ragirtin, da zanîn ku li qawîşa kapasîteya wê 7 kes bi giştî 37 girtî tên ragirtin û tevî wî li 6 girtiyan bi îdiaya “li cem hev rûniştine” 13 roj cezayê hucreyê lê hatiye birîn.