Ji DEM Partiyê mesaiya 'banga dîrokî'
- rojane
- 18:18 28/2
Lijneyên rayedar ên DEM Partiyê ji bo nirxandina banga Rêber Apo ya ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’’ dê sê rojan civînan li dar bixe.
Lijneyên rayedar ên DEM Partiyê ji bo nirxandina banga Rêber Apo ya ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’’ dê sê rojan civînan li dar bixe.
Hesabên X’ê yên JINNEWS û Xwebûnê hatin astengkirin.
Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê diyar kir ku Roboskê jî di nav de heta ji bo hemû komkujiyan edalet pêk neyê dê edalet û aştî neyê Tirkiyeyê.
Şaxa ÎHD’a Enqereyê rapora xwe ya 6 mehan a binpêkirinên Girtîgehên Herêma Anatoliyaya Navîn eşkere kir. Di raporê de hat gotin ku 980 binpêkirinên mafê tenduristiyê û 408 bûyerên îşkence û muameleya xerab hatine tespîtkirin.
Ji bo solîstê Koma Hevrayê Gencay Morkoç ku li Girtîgeha Marmarayê tê ragirtin, biryara tehliyekirinê hate dayin.
Siyasetmedarên ku banga dîrokî şopandin, banga amadekirina makezagoneke nû ya demokratîk û sekinandina êrişan kirin.
Welatiyên ku ji bo guhdarîkirin û temaşekirina banga Abdullah Ocalan hatin Qada Şêx Seîd, diyar kirin ku wan bang girtine û bişopînin û wiha gotin: “Bila tecrîd bi dawî bibe, Serok bi gelê xwe re bê gel hev.”
Malbat û wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê got ku divê di serî de Meclis hemû derdor di çarçoveya banga Abdullah Ocalan de berpirsyartiyê li xwe bigirin.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû têkildarî banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wiha got: “Em binirx dibînin. Lê belê berpirsyartî tenê ya aliyekî nîne, li ser milê rêveberên vî welatî ye.”
Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan diyar kir ku dê banga hatiye kirin bandoreke mezin li Tirkiye û Rojhilata Navîn bike û got: “Divê dewlet gavên ku daxwazên neteweyî yên gelê Kurd cîbicî dike biavêje.”
Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin, di wêneyê banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de cih girt. Xwişka Aktaş, Sabîha Aslan got: “Ji bo çareseriyê divê ji hêla fîzîkî ve azad bibin. Gelê Kurd gavek avêt êdî dora dewletê ye.”
Parlamenterê DEM Prtiyê Saruhan Oluç bal kişand ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Divê tiştên dewlet û îktîdar bikin hene û divê gavan biavêjin. Bi taybet jî divê di qada hiqûqî de bi lezgînî gav bên avêtin.”
Li gorî rapora Kampanyaya Aktîvîstên Beluc, ji sala 2017’an heta nia rejîma Îranê herî kêm 56 zarokên Beluc qetil kir. Kampanyaya Aktîvîstên Beluc (BAC) têkildarî zarokên ji hêla rejîma Îranê ve hatine qetilkirin raporek amade kir. Li gorî raporê, ji sala 2017’an heta Sibata 2025’an di e
Banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku piştî hevdîtina bi Şandeya DEM Partiyê re bi raya giştî re hate parvekirin, di manşeta rojnameyan de bû.