Bi hezaran kes li Qada Şêx Seîd in: Bijî berxwedana Îmraliyê
- rojane
- 16:31 27/2
Ji bo banga dîrokî ya Abdullah Ocalan bi hezaran kes li Qada Şêx Seîd hatin gel hev. Girseyê daxuyanî bi dirûşmeya ‘Bijî serok Apo’ pêşwazî kirin.
Ji bo banga dîrokî ya Abdullah Ocalan bi hezaran kes li Qada Şêx Seîd hatin gel hev. Girseyê daxuyanî bi dirûşmeya ‘Bijî serok Apo’ pêşwazî kirin.
Welatiyên li Qada Şêx Seîd kom bûn, diyar kirin ku nekarîne şevê din rakevin û gotin: “Em ji bo peyama Rêbertiya xwe hatin. Dora dewletê ye. Em ê bibînin ka jidil in an na.”
Şandeya Îmraliyê ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, li pêşiya hotêla ku dê daxuyanî lê were dayin bi dirûşma “Bijî Serok Apo” hat pêşwazîkirin.
Banga dîrokî ya bi Kurdî dê Ahmet Turk û ya bi Tirkî jî Pervîn Buldan bixwîne.
Hat zanîn ku dê banga dîrokî ya Abdullah Ocalan bi wêne be.
Welatiyên ku ji bo banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan zindî guhdarî bikin hatin, diherikin Qada Şêx Seîd.
Banga dîrokî ya Abdullah Ocalan dê herî kêm ji hêla 300 rojnamegeran ve were şopandin.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji 7 kesan pêk tê, piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji Girava Îmraliyê vedigere.
Bi hezaran kes ji Dêrsim, Êlih, Rihayê û bajarên din bi strana “Em bernadin vê dîlanê” û bi govendan ber bi Amedê ve bi rê ketin.
Serokê Baroya Amedê yê berê Nahît Eren û endamên Lijneya Rêveber ku ji ber daxuyaniya têkildarî “Qirkirina Ermenan” dihatin darizandin, ji dozê beraet kirin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo banga dîrokî ya Abdullah Ocalan zindî were temaşekirin, li 7 bajaran amadekariyên xwe temam kir.
Xelkê Botanê ber bi Amedê ve bi rê ket ku dê daxuyaniya dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser ekranên ledê zindî were weşandin. Welatiyan di peyamên xwe de diyar kirin ku gelek bi kelecan in.
Qada Şêx Seîd ku dê daxuyaniya dîrokî ya Abdullah Ocalan li wir bi zindî were weşandin, ji bo daxuyaniyê tê amadekirin.
Amadekariyên li Qada Bajar a Wanê ku dê bi beşdariya bi deh hezaran kesan banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê were guhdarîkirin, ber bi dawiyê ve ne.
Hat ragihandin ku dê Şandeya Îmraliyê banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Hotêla Elîte Worldê ragihîne.