Kelecana ji bo kongreya HDP'ê: Dê ji Egeyê bi girseyî tev li kongreyê bibin
- polîtîka
- 09:45 30/6/2022
Hevserokên bajêên herêma Egeyê anîn ziman ku ji bo Kongreya Asayî ya Mezin a 5'an a HDP'ê amade ne û ew ê bi girseyî tev li kongreyê bibin.
Hevserokên bajêên herêma Egeyê anîn ziman ku ji bo Kongreya Asayî ya Mezin a 5'an a HDP'ê amade ne û ew ê bi girseyî tev li kongreyê bibin.
Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir li Bismilê axivî û destnîşan kir ku çareserî û rizgarî bi destpêkirina muzakereyên bi Ocalan re pêkan e.
Rêxistina DBP’a Wanê têkildarî kongreya xwe ku dê pêk bîne deklerasyonek parve kir û ji bo rêveberiyê banga serlêdanê kir.
Hevseroka Bajêr a HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol anî ziman ku kongreya giştî ya partiya wan dê ji bo pêşeroja welat bibe bingeha guhertinê û got ku dê ji Stenbolê herî kêm deh hezar kes tev li kongreyê bibin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar hişyarî da kesên ku di hilbijartinê de kurdan û HDP’ê wek fersend dibînin û got: “Kurd ne hejmar in. Roja hilbijartinê wê kurd û HDP bersivek giran bidin we.”
Hevberdevkê Komîsyona Birêxistinkirinê yê HDP’ê Mahfûz Guleryuz diyar kir ku dê kongreyeke biheybet û bihêz li dar bixin û wiha got: “Banga min bo her kesî ew e ku bibin parçeyeke wêneyê serkeftin û berxwedanê.”
Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku qedexeya hevdîtinê ya 3 mehan ku li Ocalan hatiye birîn berdewamiya polîtîkayên şer e û got: “Gelo hûn çi cezayî didin hevdîtina ku nayê kirin”.
Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan ji bo kongreya mezin a partiya xwe ku dê di 3’yê tîrmehê de li dar bixe banga beşdariyê li gel kir.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku AKP'ê bi înkara kurdan ji arenaya siyasî dûr xist û wiha got: "Kesên nasnameya gelê kurd înkar dikin, kurdan diavêjin girtîgehê, dixwazin wan ji parlamentoyê dûr bêxin tu caran biserneketin."
DBP’ê ragihand ku dest bi xebatên avakirina rêxistina xwe ya li Êlihê kiriye.
HDP xwe ji bo kongreya mezin amade dike û tê payîn ku Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar hevserokatiya giştî berdewam bikin. HDP di mijara namzetiya hevpar a hilbijartinê de jî helwesta “muzakereya şefaf” eşkere kiriye û ji bo namzetiya serokkomariyê jî behsa hin navan tên kirin.
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay bertek nîşanî rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz da û got: “Rakirina parêzbendiya Aydenîz darbeya li dijî vîna gel e.”
Hevserokê HDP’a Edeneyê Mehmet Karakiş diyar kir ku bi vekirinên dozan û zextan ne tenê HDP, têkoşîna hevpar a gelên Tirkiyeyê jî tê xwestin bê tasfiyekirin û herkes vexwend kongreya ku dê di 3’yê Tîrmehê de pêk were.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Îmraliyê û wiha got: “Kî bi micidahî nêzî pirsgirêka kurd nebe, kî rêyên demokratîk pêş nexe û kî di mijara pirsgirêka kurd de bikeve pêşbirka nîjadperestiyê dê pir mezin winda bike.”
HDP wê Kongreya xwe ya Asayî ya Mezin a 5’emîn bi dirûşma “Çareserî em in, serkeftin a me ye” li dar bixe û armanc dike kongre bi beşdariya 100 hezar kesî pêk were.